El-Şeybanî: Em ji bo xurtkirina hevkariya bi Tirkiyê re dixebitin û Gotûbêjên bi QSD’ê re hîn negihîştine qonaxa pêkanînê

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî duh got ku hevdîtinên di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hîn negihîştine gavên pratîkî ji bo pêkanîna rêkeftina 10’ê Adarê, û tekez kir ku di vî warî de danûstandinên berdewam di navbera her du aliyan de hene.

Daxuyaniyên El-Şeybanî di dema konfranseke çapemeniyê ya hevbeş de, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re li paytexta Tirkiyê, Enqerê hatin, ku her du aliyan li ser têkiliyên dualî û rêbazên xurtkirina hevkariya di navbera her du welatan de nîqaş kirin.

El-Şeybanî rave kir ku serdana wî ya Tirkiyê armanc dike ku “hevkariya stratejîk a li ser bingeha zelalî û diyalogê xurt bike”, û destnîşan kir ku “Sûriyê vegeriyaye cihê xwe di nav neteweyên cîhanê de”, û tekezî li ser “redkirina her cure dabeşbûnê” kir.

Wezîrê Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Îsraîlê bike da ku êrîşên xwe yên li ser axa Sûriyê rawestîne û pabendî Peymana Veqetandinê ya 1974’an bibe.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan piştgiriya welatê xwe ji bo yekparçeyiya xaka Sûriyê û serweriya wê piştrast kir û destnîşan kir ku “êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê rê li ber aloziyek xeternak vedikin ku gef dide aramiya herêmî,” û Enqere “pêşketinên li Parêzgeha Siwêda ji nêz ve dişopîne.”

Fîdan tekez kir ku welatê wî hevkariya bi Şamê re wekî bingehek ji bo parastina ewlehiya herêmî û rûbirûbûna rêxistinên terorîst dibîne.

Mijarên Girêdayi

Back to top button