Ji Iraq heta Sûriyê: Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞê li hevkariyên herêmî digere

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Amerîkî ji “Al Arabiya” û “Al Hadas “re, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka niha li herêma Iraq, Sûriyê û Lubnanê, bi balkişandina ser şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) çarçoveyek yekgirtî ji bo çalakiyên siyasî, ewlehî û leşkerî ava dike.

Rayedaran gotin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka pêşketinên li bakur-rojavayê Sûriyê, ku li wir derketina DAIŞê gefek gengaz e, ji nêz ve dişopîne û Washington dixwaze bi hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Ehmed El-Şer’i re hevkariyê bike, da ku gefên komê kêm bike. Wan zêde kir ku hewldanên Washingtonê rakirina astengiyên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê de, ji bo gihîştina formuleke hevkarîyê ya hevbeş vedihewîne.

Li ser asta Iraqê, rayedaran tekez kirin ku hêzên Iraqê di şerê li dijî terorê de hevkareke sereke ne, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka niha li ser qonaxek veguhêz dixebite, ku tê de hevrêzkirina hewildanan bi hêzên Kurdî yên li Herêma Kurdistanê re heye. Lê belê, rayedaran diyar kirin ku Washington niha Iraqê wekî hevalbendek stratejîk a demdirêj nabîne, lê belê li ser hevkariyên dualî yên taybetî di şerê li dijî DAIŞê de tekezdike.

Rayedaran diyar kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hevsengiya karê bi hêzên herêmî û hikûmetên Iraq û Sûriyê re dimeşîne, û rave kirin ku rola hevkarên herêmî dibe ku kêm bibe, her ku bandora hikûmeta Sûriyê di rûbirûbûna gefên ewlehiyê de baştir bibe.

Wan rave kir ku berfirehbûna Îranê li Iraq, Sûriyê û Lubnanê, tevî çalakiyên DAIŞê, ji bo Washingtonê gelek dijwarî derxistiye holê, carinan ew neçar dike ku li gorî şert û mercên li ser erdê bi aliyên cûda re rastênhev bixebite, di heman demê de armanca sereke ya têkoşîna li dijî terorîzmê biparêze.

Ev hewldanên Amerîkî nêzîkatiya Amerîkî ya heyî li herêmê nîşan didin, ku li ser hevkariyên demkî û cihêreng hatiye avakirin, wekî beşek ji stratejiyek ji bo kêmkirina xetereyên li ser ewlehiya Amerîkî û herêmî, di heman demê de bi berdewamî pêşveçûnan dişopîne û xetereyan dinirxîne.

Mijarên Girêdayi

Back to top button