Bi Piştgiriya Îtalya, Sûriyê Ber Bi Çêkirina Herêmî ya Tirên û Otobusan Ve diçe û veguhestina elektrîkê pêş dixe.

Wezîrê Veguhestina Sûriyê Ya’rub Bedir bi Serokê Desteya Veberhênanê ya Sûriyê Telal El-Hîlalî û nûnerên şîrketa endezyariyê ya Îtalya “Blue” re li ser asoyên hevkariya pîşesaziyê ji bo pêşxistina beşa veguhastinê li Sûriyê, di nav de hilberîna herêmî ya trên, otobus û otomobîlên elektrîkê, nîqaş kirin.

Di civîna li Şamê de, Wezîr Bedir tekezî li ser pêwîstiya avakirina pergalek pîşesaziyê ya yekgirtî li Sûriyê kir, da ku rêbazên veguhastinê yên nûjen çêke, bi armanca sivikkirina barên veguhastinê û baştirkirina karûbarên veguhastina giştî. Wî her wiha girîngiya spartina şiyanên herêmî û xurtkirina binesaziya veguhastina bajarî û gundewarî destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Komîtreya Rêvebir a şîrketê, Mihemed Î’d, stratejiya hevkariyê bi aliyê Sûrî re nirxand, ku avakirina kargehên pispor ji bo çêkirina trên, otobus û otomobîlên elektrîkê, ji bilî perwerdekirina kadroyên neteweyî di warên dizayînkirin û çêkirinê de, bi sûdwergirtina ji pisporiya Îtaliya di beşên veguhastina giştî û rêhesinê de vedihewîne.

Her wiha di pêşkêşkirinê de behsa pêşxistina beşa veguhastina barhilgir û avakirina navendên çaksazkirin û nûkirina lokomotîvansn, digel nûjenkirina navenda sereke ya çaksazkirinê li Humsê hate kirin. Wekî din, lêkolînên teknîkî têne amadekirin da ku karîgeriya lokomotîvên ku niha dixebitin baştir bikin.

Ji aliyê xwe ve, Telal El-Hîlalî, Serokê Desteya Veberhênanê, tekez kir ku projeya hilberîna veguhastina herêmî stûnek bingehîn ji bo piştgiriya aboriya neteweyî pêk tîne. Wî destnîşan kir ku xurtkirina şiyanên Sûriyê di warê lokomotîv û veguhastina elektrîkê de dê bibe alîkar ku tevgera kelûpelan, nemaze fosfatan, hêsan bike û piştgiriyê bide pêşketina di sektorên hilberîner de.

Mijarên Girêdayi

Back to top button