Ebas: Pêşanî agirbest, berdana dîlan û alîkarî ji bo Geza

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas helwesta ji hêla Hamasê ve hatî nîşandan derbarê amadebûna wê ya ji bo beşdarbûna erênî bi destpêşxeriyên berdana dîlan re pêşwazî kir, û tekez kir ku pêwîste  hemû alî di vê qonaxê de pabendî berpirsiyariya xwe ya neteweyî bin.

Her wiha Ebas daxuyaniya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump a ku banga agirbestê û veguhestina nîqaşkirina hûrguliyên çareseriyê dike, pesnê xwe da. Wî her wiha hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û çend welatên Erebî û Îslamî, di nav de Erebistana Si’ûdî, Misir, Urdun, Qeter, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Tirkiyê, Endonosiya û Pakistan, pesnê wan da.

Ebas girîngiya pabendbûna Yekser bi agirbestek tevahî, serbestberdana hemû dîlan û girtiyan, gihandina alîkariya mirovî ya lezgîn bi rêya rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, pêşîgirtina li koçberî û tevilêkirinê, û destpêkirina ji nû ve avakirina devra Geza dubare kir.

Serokê Filistînê destnîşan kir ku serweriya li ser devera Geza ya Dewleta Filistînê ye, û divê girêdana di navbera Difa Rojava û Geza de bi rêya komîteyek îdarî û hêzên ewlehiyê yên Filistînî yên yekgirtî, di çarçoveya pergal û qanûnek yekgirtî de, û bi piştgiriya Ereb û navneteweyî were pêkanîn.

Wî tekez kir ku pêwîst e bi navbeynkar û hevkarên navneteweyî re ji bo bidestxistina aştiyek dadperwer û mayînde li gorî qanûna navneteweyî, bidawîanîna dagirkeriya Îsraîlê, û avakirina dewletek Filistînî ya serbixwe bi paytexta wê Qudsa Rojhilat e, berdewam bike.

Mijarên Girêdayi

Back to top button