Li gorî rayedarên Alman, serweiya Alman niyeta xwe ya destpêkirina dersînorkirina hin penaxwazên Sûrî yên ku daxwaza wan hatiye redkirin ragihandine, ku ev yekem car e ji sala 2012an vir ve diqewime.
Li gorî plana destpêkê, dersînorkirin dê li ser kesên ku ji ber sûcan hatine mehkûmkirin, û her wiha kesên ku mafê rûniştinê nestendine û bi alîkariyên civakî ve girêdayî ne, bisekinin. Tevî tekezkirina li ser cudakirina di navbera van kesan û kesên ku tevilî di civak û bazara kar de bûne.
Hikûmeta Alman her wiha dixebite ku berî dawiya vê salê bi Şamê re di derbarê pêvajoya dersînorkirinê de lihevkirinek çêke.






