Qeter di bin zexta Amerîka ji bo têkiliyên wê bi Hamas û Ixwan Misilmîn re, peymana xwe ya parastinê bi Washingtonê re xurtir dike.

Qeter hewl dide ku peymana xwe ya hevkariya parastinê bi Dewletên Yekbûyî re çalak bike û nû bike, ev gavek e ku armanca wê xurtkirina hevkariya ewlehiyê ya di navbera her du welatan de ye, di nav rageşiyên zêde yên li herêmê de.

Raporên dîplomatîk nîşan didin ku Washington pêşketinên di xurtkirina peymana parastinê de bi pêwîstiya avêtina gavan ji Doha re ji bo sînordarkirina bandora Hamas û Birayên Misilman(Ixwan Mislimîn) di nav sînorên xwe de ve, girêdide. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dibîne ku rola Qeterê wekî navbeynkarek di pirsgirêkên herêmî de divê bi pabendbûnên wê yên ji bo şerê li dijî terorîzmê re ne nakok be.

Ji aliyê xwe ve, Qeter tekez dike ku têkiliyên wê bi aliyên herêmî yên cuda re beşek ji domandina kanalên diyalogê û alîkariya çareserkirina krîzan e, û tekez dike ku ev nayê wê wateyê ku piştgiriya ti ajandeyên tundrew dike.

Ev pêşketin di demekê de tê ku Doha hewl dide hevsengiyê di navbera xurtkirina hevkariyên xwe de yên parastinê bi hêzên mezin re çêbike û di heman demê de cihê xwe wekî navbeynkarek herêmî biparêze. Baregeha Hewayî ya El Udêd, ku hêzên Amerîkî lê dihewîne, kevirê bingehîn ê têkiliyên parastinê yên di navbera her du welatan de ye û cihekî girîng di stratejiya leşkerî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn de ye.

Mijarên Girêdayi

Back to top button