Wezîrê Çandiniyê yê Turkiyê ji Pirsên li ser Girtinas Ava Firatê Xwe Dûrdixe

Civînek fermî di navbera Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê Îbrahîm Yumakli û hevtayê wî yê di hikûmeta veguhêz a Sûriyê de, Emced Bedir, ku biryar bû “peymanek hevkariya çandiniyê” îmze bikin, piştî nakokiyên tûj li ser mijara avê û dûrketina wezîrê Turkiyê ji bersivdayîna pirsên li ser para Sûriyê ya ava Çemê Firatê, veguherî peymaneke niyetan.

Paşguhkirina Pirsgirêka Avê

Li gorî çavkaniyên taybet, Yumakli ji sê pirsên rasterast ên ku ji aliyê Sûriyê ve hatine kirin, derbarê nepabendîbûna Enqerê bi  peymana parvekirina ava Firatê, ya ku 500 metrekup di çirkryê de garantî dike ji Sûriyê re, xwe ji dûr xistiye. Li şûna bersivdayînê, wezîrê Tirk bal kişand ser mijarên têkildarî “metersiyên ewlehiyê” yên ji Rêveberiya Xweser a rojhilatê Firatê û civaka Durzî, ku ev yek bû sedema şermek mezin, nemaze ji ber ku Wezîrê Çandiniyê yê Sûriyê ji heman mezhebê ye.

Krîzên Zêde

Ev di demekê de tê ku Çemê Firatê bi rêjeya rojane ya 2 cm daketinek xeternak di asta ava xwe de dijî, ku gef dide gewdeya Bendava Firatê û wê dixe ber jêxwarinê û guherîna avhewayê. Texmîn nîşan didin ku ji 6 milyar metrekupî zêdetir ji çavkaniya ava golê winda bûye, di heman demê de herikîna kanala avdanê daketiye tenê 20 metrekupî di çirkeyê de.

Ev kêmbûn bandorek rasterast li ser jiyana niştecihên bakur û rojhilatê Sûriyê kiriye, ku stasyonên pompkirina ava vexwarinê bi rojan e girtî ne, û cotkaran ji ber kêmbûna ava avdanê ziyanên girîng dîtine, di nav hişyariyên ji bo karesateke mirovî ya nêzîk de.

Peymanek kîm û bandorên neyînî

Civîna duh li Şamê bêyî îmzekirina belgeyeke têgihiştinê yê fermî bi dawî bû piştî ku şandeya Sûriyê daxwaza navberekê kir da ku rewşê ji nû ve binirxîne, li ber çavan ku çavkaniyên dîplomatîk wekî “hewldanên Tirkiyê ji bo ferzkirina ajandeyek çandiniyê ku xizmeta berjewendiyên wê dike” bi nav kirin.

Berevajî vê, Yumakli axaftina xwe li ser planên dabînkirina piştgiriya çandiniyê ji bo Sûriyê di du salên bê de, bêyî ku di derbarê avê de sozên zelal pêşkêş bike, bal kişand ser xwe, ku ev yek metersiyên gel û fermî li ser niyetên rastîn ên Enqerê yên di derbarê krîzê de zêde kir.

Mijarên Girêdayi

Back to top button