Kuştî û birîndar di êrîşên Îsrayîlê yên li ser Senia û El-Cewfê de

Artêşa Îsrayîlê êvara Çarşemê ragihand ku êrîşên nû yên asmanî li paytexta Yemenê, Senia û parêzgeha El-Cewfê ya bakurê Yemenê kirine.

Daxuyaniya artêşê wiha got, “Balafirên şer ên Hêza Hewayî li derdora Senia û Cewfê li ser hedefên leşkerî yên girêdayî koma Hûsî êrîş pêk anîn,”  her wiha got ku ev êrîş “wek bersivek ji bo êrîşên ku Hûsiyan li dijî Îsraîlê bi karanîna dron û mûşekan pêk anîn” hatin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku operasyon wekî “berdewamiya hewildanên leşkerî piştî ku hejmarek ji rêberên Hûsî di rojên dawî de hatin hedefgirtin” tê.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên li Yemenê, di encama êrîşan de mirin û birîndarî çêbûn, lê hêj amareke rast li ser ziyanên mirovî û madî nehatine weşandin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button