Şandeyeke Rûsî Bilind Gihaşt Şamê ji bo Dosiyên Aborî û Ewlehiyê

Şandeyeke Rûsî bi seroketiya Cîgirê Serokhukumeta Rûsiya Federal Alexandar Novak di seredaneke fermî, gihaşt balafirgeha Şamê ya Navnetewî.

Biryar e ku şanda Rûsî rêzeke hevdîtinan bi hejmarek berpirsên payebilind ên Sûrî re bike, da ku li ser mijarên cûrbecûr, di nav de hevkariya aborî, ewlehî, parastin û siyasî, nîqaş bike.

Ev serdan di çarçoveya xurtkirina têkiliyên dualî yên di navbera Şam û Moskowê de tê, di demekê de ku pêşketinên herêmî û navneteweyî siya xwe diavêjin ser rewşa Sûriyê.

Mijarên Girêdayi

Back to top button