Katz gef dide: Îro Bahozeke wêranker dê li Gaza bikeve

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz gotinên xwe yên li dijî Hamasê hêrs kir û gefa êrîşeke leşkerî ya dijwar li ser Gaza da.
Katz roja Duşemê di daxuyaniyekê de li ser platforma X got: “Îro, bahozeke mezin dê li asîmanên bajarê Gaza bixe û bircên terorê dê bihejin. Ev hişyariya dawî ye ji bo endam û rêberên Hamasê li Gaza û li otêlên li derveyî welêt: dîlan berdin û çekên xwe deynin, an Gaza dê wêranbibe û hûn jî vê re.”
Wî tekez kir ku artêşa Îsraîlê li gorî plana diyarkirî operasyonên xwe didomîne û amadekariyan dike ku çarçoveya muneweraya bejayî ji bo kontrolkirina herêma Gaza berfireh bike.
Li gorî medya Îbranî, ev daxuyanî di demekê de tên ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji wezîrên xwe xwestiye ku ti daxuyaniyan li ser pêşveçûna operasyonên leşkerî nedin.
Zêdebûna hêrsa Îsraîlê bi “hişiyariya dawî” ya Serokê Amerîka Donald Trump ji Hamasê re hemdem bû, ku tê de bang li Hemasê kir ku pêşniyara Amerîka ya ji bo agirbest û pevguhertina girtiyan qebûl bike.
Li hember vê yekê, Hamasê şeva Yekşemê amadebûna xwe ji bo berdana hemû girtiyên Îsraîlî yên ku ji Cotmeha 2023an vir ve hatine girtin ragihand, li hember agirbestek berfireh û vekişîna artêşa Îsraîlê ji Gaza.



