Şandeyek ji Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî serdana Parzûngehên petrolê yên li Sûriyê kir

Şandeyek ji Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî serdaneke meydanî li ParzûngehênBaniyas û Humsê kir, li wir ser rewşa niha ya kar û şiyanên teknîkî yên berdest hatin agahdarkirin. Di çarçoveya xurtkirina hevkariya dualî û danûstandina pisporiyê de tê.

Her wiha şandê li Banyasê civîneke bi riya vîdiyo bi Şîrketa Veguhestina Petrolê ya Sûriyê re li dar xist, ku di wê civînê de rewşa heyî ya kar û planên pêşketinê yên ji bo zêdekirina karîgeriya pergala veguhastinê û misogerkirina berdewamiya pêvajoya hilberînê nirxandin.

Li gorî Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê, herdu aliyan girîngiya berdewamiya danûstandin û hevkariya teknîkî ji bo beşdarbûna di pêşxistina beşa petrolê de û vekirina asoyên berfirehtir ji bo hevkariyên pêşerojê tekez kirin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button