Qahîre piştgiriya xwe ji bo yekbûna Sûriyê piştrast dike û êrîşên Îsraîlê şermezar dike

Wezîrê Derve yê Misrê Bedr Ebdul El-Atî bi hevdîtina xwe ya bi hevtayê xwe yê Sûriyê Esad el-Şeybanî re li Qahîre, pabendbûna welatê xwe bi yekbûna xaka Sûriyê û serweriya wê re, piştrast kir, her wiha redkirina Qahîreyê ya her êrîşeke Îsraîlê li ser Sûriyê dubare kir.

Ev hevdîtin di çarçoveya 164emîn civîna Konseya Komkara Erebî ya di asta wezîran de pêk hat, ku her du wezîran li ser pêşketinên dawî yên têkildarî krîza Sûriyê û rêbazên zêdekirina hevrêziya di navbera her du welatan de nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Misrê, Ebdul Atî piştgiriya bêdawî ya welatê xwe ji bo saziyên dewleta Sûriyê û pêwîstiya bi çareseriyek siyasî ya berfireh ku aramiyê li Sûriyê pêk bîne û ewlehiya herêmî biparêze, tekez kir. Wî her wiha êrîşên dubare yên Îsraîlê şermezar kir û wan wekî binpêkirina qanûnên navneteweyî û Peymana Veqetandinê ya 1974an a di navbera Şam û Tel Avîvê de bi nav kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Sûriyê bi rêya platforma “X” rave kir ku di civînê de, di çarçoveya hevrêziya berdewam a di navbera Qahîre û Şamê de, mijarên dualî û herêmî yên bi berjewendiya hevbeş hatine nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku her du wezîr di Hezîrana borî de di çarçoveya komcivîna Osloyê de civiyabûn.

Mijarên Girêdayi

Back to top button