Erdhejeke bi xurtiya 4.4 pile li gundewarê Hesekê nêzî sînorên Sûrî-Iraqî, pêk hat.

Mediya Sûrî diyar kir,ku di demjimêra 5:30 ji sibeha pênçemê, erdhejeke bi xurtiya 4.4 pile li ser pîvana Richter li herêma sînorên Sûriya-Îraq li parêzgeha Hesekê baku rojhilatê welêt, pêk hat.

Çavkanî nîşan da ku niştecihên parêzgehê û herêmên derdora wê erdhejê hîs kirin, ya ku dûrî 19 Km ji erdên Îraqî û nêzî 96 KM ji sînorên Turkiyê ve pêkhat.

Heta kêliya amadebûna nûçeyê ti rapor derbara zirarên mirovî an madî nehatine.

Mijarên Girêdayi

Back to top button