Derbasbûna Israyîl li gundewarê rojavayî Dera

Gundê Ebdîn yê li herêma Hewza Yermûkê ya gundewarê rojavayî Dera roja pênçşemê, rastî derbasbûneke ji hêza artêşa Israyîlê ve, hat.
Çavdariyên herêmî qala heşt erebeyên leşkerî ku ketin gund, kirin, piştira karwaneke ji deh erebeyên din jî derbasbû, her wiha du mal hatin lêgerînkirin bê ku girtin çêbibe.
Ev pêşketin piştî rojekê ji bûyereke weke wê li bajaroka Cibata El-Xeşeb a gundewarê bakurê Qinêtera, tê, li wir artêşa Israyîlî heft xurtên ji bajarokê girtin û ber bi xaka Colanê ve birêkirin.
Her wiha roja Çarşemê tevgereke leşkerî din ber bi bajarokên El-Iş û herêmên derdora wê, hat tomarkirin, di çarçoveya rêzeke ji derbasbûnên ku di vê dawiyê de rastî herêmê tên.



