Termê ciwanekî ji Humsê piştî girtina wî hat dîtin.. û çeranûsa du ji mirovên wan ne diyar e

Parêzgeha Hums- Çavkaniya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku cenazeya ciwanê ji gundê Bweydêt El-Selemiyê yê rojhilata Humsê, piştî mehekê ji windabûna wî dema li ser rêbendeke li herêma Eyîn El-Nisir hatibû girtin, hat dîtin.
Li gorî çavkaniyê, di dema girtina wî ciwanî de, destpêka vê salê , bi wî re birayê wî û kurê meta wî hebûn, lê heta niha çarenûsa wan her duyan , ne diyar e.
Agahî xuya kir ku termê kuştî li nexweşxaneya El Welîd hat dîtin, her wiha diyar bû ku mermî li serî wî dabûn, berî ku li goristana El-Nesir oxir bikin, her wiha erebeya ku lê siwar bibûn ji hêla Ewlehiya Siyasî(Emin Siyasî) ve hat bidestxistin.
Li gorî bîlançoya çavkaniyê, hejmara qurbaniyên ku di operesyna kuştinê an bi mebesta tolhildanê, ji destpêka sala 2025an ve li herêmên cuda li Sûriyê nêzî 995 kes in, di nav de 942 mêr, 32 jin, 21 zarok, li gorî vê belavbûn:
- Şam: 48 (47 mêr, 1 jin), di nav de 25 ji ber sedemên mezhebî.
- Gundewarên Şamê: 92 (90 mêr, 2 jin), di nav de 18 ji ber sedemên mezhebî.
- Hums: 326 (300 mêr, 17 jin, 9 zarok), di nav de 198 ji ber sedemên mezhebî.
- Hema: 205 (194 mêr, 7 jin, 4 zarok), di nav de 131 ji ber sedemên mezhebî.
- Lazkiye: 95 (85 mêr, 4 jin, 6 zarok), di nav de 73 ji ber sedemên mezhebî.
- Heleb: 83 (83 mêr), di nav de 3 ji ber sedemên mezhebî.
- Tertûs: 70 (68 mêr, 1 jin, 1 zarok), di nav de 54 ji ber sedemên mezhebî.
- Îdlib: 19 (19 mêr), bêyî ku rewşên ji ber sedemên mezhebî werin tomar kirin.
- El-Siwêda: 5 (5 mêr), di nav de 3 ji ber sedemên mezhebî.
- Daraa: 43 (42 mêr, 1 zarok).
- Dêrezor: 9 (9 mêr).



