Teqînek li Kefir Sûsê ya Şamê, paytexta Sûriyê

Li gorî şahidên bûyerê, êvara Pêncşemê li herêma Kefir Sûsê ya navenda Şamê teqînek bihêz hat bihîstin, ku ev yek bû sedema panîkê di nav niştecihan de.

Çavkaniyên herêmî gotin ku teqîn li nêzî avahiyek aîdî Rêveberiya Îstîxbarata Giştî çêbûye, di heman demê de raporên ne piştrastkirî destnîşan dikin, ku ew teqînek xwekujî bû, dibe ku ji hêla endamek DAIŞê ve hatibe kirin, û di encamê de çend endamên hêzên ewlehiyê mirin.

Hikûmeta veguhêz ya Sûriyê hîn daxuyaniyek fermî dernexistiye ku şert û mercên teqînê an jî rêjeya qurbaniyan û zirara madî zelal bike.

Mijarên Girêdayi

Back to top button