peywendiya Sêalî: Netanyahu Lêborîn Dixwaze Û Qeter Parastina Serweriya xwe Pişterast Dike

Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand ku Îsraîlê bi fermî lêborîn xwestiye ji ber êrîşa ku di 9ê Îlonê de li ser Qeterê hatibû kirin û di encamê de welatiyê Qeterê Bader Al-Dosarî hatibû kuştin. Ev yek di dema peywendiyeke telefonî ya hevbeş a di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî de pêk hat.

Daxuyaniya wezaretê nîşan da ku Netanyahu ji ber “binpêkirina serweriya Qeterê” lêborîn xwestiye, soz daye ku di pêşerojê de careke din armancgirtina axa Qeterê dubare neke, û xemgîniya xwe ya kûr ji bo kuştina bêmebest ya endamê ewlehiyê yê Qeterê di dema êrîşa mûşekî ya li ser rêberên Hamasê yên li hundirê welêt de anî ziman.

Ji aliyê xwe ve, Şêx Mihemed bin Ebdulrehman tekezî li ser “redkirina mutleq û kategorîk a Dewleta Qeterê ji bo her binpêkirina serweriya wê di her şert û mercî de” kir, û piştrast kir ku parastina welatiyan û niştecihên wê ji bo her tiştî pêşîniyek sereke ye. Wî her wiha pêşwaziya piştrastiyên Îsraîlê kir ku ev êrîş dê dubare nebin û amadebûna welatê xwe ji bo berdewamiya xebata bi aliyên peywendîdar re ji bo bidawîanîna şerê li devera Gaza, di çarçoveya insiyatîva Amerîka de, li gorî rola Qeterê di piştgiriya ewlehî û aramiya herêmî de, piştrast kir.

Koşka Spî piştrast kir ku di dema telefonê de, her sê aliyan pêşniyara Amerîka ya ji bo bidawîkirina şerê li Gaza û zêdekirina perspektîfên aramiyê li Rojhilata Navîn nîqaş kirin, û pabendbûna Îsraîlê ya ji bo nepêkanîna êrîşên bi vî rengî di pêşerojê de destnîşan kir.

Mijarên Girêdayi

Back to top button