Li gundewarê Qardeha agireke mezin zeviyên çandiniyê dişewitîne û bangên destwerdaniyên lezgîn tên kirin.

Li gundê Beqna yê gundewarê Qardeha yê parêzgeha Laziqiyê agireke mezin derket û li deverên mezin ên zeviyên çandiniyê belav bû. Niştecihan ragihandin ku hewl didin agir bi rêbazên sade kontrol bikin, ji ber ku tirs heye ku agir li mal û milkên xelkê belav bibe.

Niştecihan ji bo tîmên parastina sivîlan  bangên lezgîn û awarte, ji bo zû destwerdanê bikin û agir vemirînin. Sedema şewatan hîn nayê zanîn, ji ber metirs heye ku agir bi zanebûn hatibin pêxistin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button