Geza: Artêşa Îsraîlê bircê “Muşthaa” rûxand û berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî radigihîne.

Artêşa Îsraîlê êrîşeke esmanî li ser bircê “Muştehe” li herêma Ensarê, li rojavayê bajarê Geza pêk anî û piştî ku bi çend mûşekan hate bombebarankirin, bi tevahî rûxand.

Êrîş wekî beşek ji pêngavên nû ya leşkerî ya Îsraîlê tê, artêşê got ku avahiyên pirqatî yên li bajêr armanc girtine, bi îdiakirin ku ji hêla Hamasê ve wekî “binesaziya leşkerî” têne bikar anîn.

Li gorî mediya Filistînî, bircê 16 qatî ji ber bombebaranê bi temamî hilweşiya, di heman demê de bi sedan kesên bêwar ên ku di hundirê wê de an jî di konên derdorê de bûn, beriya êrîşê reviyan.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Îsraîlê berê, niyeta xwe ya berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî di nav bajarê Geza de di rojên pêş de, bi giranî li ser avahiyên bilind ên niştecihbûnê, ragihandibû.

Mijarên Girêdayi

Back to top button