Di serdaneke dîrokî de, Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, Ehmed El Şera, gihîşt Dewletên Yekbûyî yên Amerîka

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera, roja Yekşemê (21ê Îlonê, 2025) sibeha Yekşemê gihîşt Washington, ku ev yekem serdana rayedarekî Sûrî yê bi vî rengî ye bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîka di dehsalan de.

Li gorî çavkaniyên Syria TV, Şera bi şandeyeke payebilind re ye ku ji herî kêm çar wezîran pêk tê, û biryar e ku serdan pênc rojan bidome.

Peyamnêrê kanalê li New Yorkê got ku Şera dê îşev bi endamên civaka Sûrî li Dewletên Yekbûyî re bicive.

Derdorên dîplomatîk hêvî dikin ku ev serdan derfetekê peyda bike ji bo nîqaşkirina vegerandina têkiliyên di navbera Washington û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de, di nav de gengaze vekirina ofîseke nûnertiyê an jî mîsyoneke dîplomatîk.

Her wiha tê payîn ku El-Şera li ber Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê daxuyaniyekê pêşkêş bike, ku ev daxuyanî ji aliyê rayedarekî Sûrî yê bi vî rengî ve ji sala 1967an vir ve cara yekem e tê pêşkêşkirin, û tê payîn ku di dema wê de vîzyona xwe ya ji bo “Sûriyeke nû” eşkere bike.

Mijarên Girêdayi

Back to top button