Hesen Şiro, endamê Komîteya Entegrasyonê, di derbarê pêşbirka pejirandina xwendekaran a zanîngehên Sûriyê de diyar kir ku Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolîna Zanistî encamên pêşbirka Zanîngeha Rojava nas nake, ji bilî wan fakulteyan ku di pêşbirka fermî ya wezaretê de cihê xwe girtiye.Li gorî daxuyaniya wî, xwendekarên ku ji bo fakulteyên nehatine derbaskiri di pêşbirka wezaretê de serlêdan kirine, dê qeydkirina wan di pergala fermî ya pejirandina zanîngehên Sûriyê de neyê hesibandin. Şiro diyar kir ku serlêdanên pejirandinê divê tenê bi rêya girêdana elektronîkî ya fermî ya wezaretê bêne kirin.Di heman demê de, wî bang li xwendekarên ku berê di pêşbirka Zanîngeha Rojava de serlêdan kirine kir ku ji bo pêşbirka dagirtina cihên vala ya ku wezaret ragihandiye, bi rêya girêdana fermî serlêdanên xwe ji nû ve bikin.Şiro her wiha destnîşan kir ku heta niha tu garantî an mekanîzmayên diyarkirî ji bo çareserkirina rewşa van xwendekaran tune ne. Ji ber vê yekê, heta niha ne diyar e ka rewşa wan dê di çarçoveya pergala pejirandina zanîngehên Sûriyê de çawa were çareserkirin.
Komîteya Entegrasyonê: Rewşa xwendekarên Zanîngeha Rojava di pergala pejirandina zanîngehên Sûriyê de hîn ne diyar e









