Home / NÛÇE / Li Tirkiyê û Bakurê ji bo karanîna torên civakî sînorê temenê 15 saliyê ket meriyetê

Li Tirkiyê û Bakurê ji bo karanîna torên civakî sînorê temenê 15 saliyê ket meriyetê

Ji roja 1ê Mijdarê ve, rêziknameya nû ya li ser karanîna torên civakî li Bakurê Kurdistanê ket meriyetê. Li gorî vê rêziknameyê, platformên torên civakî nikarin xizmetê ji zarokên ku temenê wan negihîştiye 15 saliyê re pêşkêş bikin.Rêzikname ji bo vekirina hesabên nû piştrastkirina temenê bikarhêneran bi riya pergala e-Devletê mecbûr dike. Li gorî vê pergalê, bikarhêner dê belgeyeke dîjîtal a piştrastkirina temenê bistînin û ji platformê re pêşkêş bikin.Herwiha, ji bo kesên di navbera 15 û 18 saliyê de jî hin sînordarî tên sepandin. Hesabên wan dê bi awayekî nepenî werin mîhengkirin, karanîna weşanên zindî dê ji wan re bê sînordarkirin û peyamên taybet dê tenê ji hesabên ku ew dişopînin werin wergirtin.Li gorî rêziknameyê, platform dê heya 31ê Adara 2027an temenê bikarhênerên hesabên heyî jî piştrast bikin. Herwiha, dê amûrên kontrola dêûbavan ji bo şopandin û sînordarkirina dema karanîna torên civakî û kontrolkirina kirînên serhêl bên peydakirin.Ev rêzikname li ser platformên torên civakî yên ku ji Tirkiyeyê tên gihîştin tê sepandin û Bakurê Kurdistanê jî di navê de ye.