Di 1ê Mijdara 2014an de, piştî bangeke navneteweyî ya ji bo piştgiriya Kobanê, li dehan welat û sedan bajarî xelk daket kolanan û piştgiriya xwe ji bo berxwedana li dijî rêxistina DAÎŞê nîşan da.Piştî destpêkirina êrîşên DAÎŞê yên li ser Kobanê di 15ê Îlona 2014an de, YPG û YPJê berxwedaneke dîrokî li dijî van êrîşan pêş xistin. Ev berxwedan 134 rojan dom kir û bala raya giştî ya cîhanê kişand ser rewşa bajêr.Di heman çarçoveyê de, 130 rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û xwediyên Xelata Nobelê bang li raya giştî ya cîhanê kirin ku piştgiriyê bidin Kobanê. Ev bang bû yek ji sedemên pêşketina tevgera piştgiriyê ya navneteweyî di 1ê Mijdarê de.Di encamê de, Kobanê di 26ê Çileya 2015an de ji destê DAÎŞê hate rizgarkirin. Ji wê demê ve, 1ê Mijdarê wekî Roja Cîhanî ya Kobanê tê bîranîn û wekî rojeke sembolîk a piştgiriya gelên cîhanê ji berxwedana Kobanê re hatiye nasîn.
Kobanê sembola azadî û berxwedana cîhanî









