Home / NÛÇE / 67 parlamenterên Iraqê daxwaza tomarkirina sûcên li dijî Kurdan di pirtûkên dersan de dikin

67 parlamenterên Iraqê daxwaza tomarkirina sûcên li dijî Kurdan di pirtûkên dersan de dikin

67 parlamenterên Iraqê daxwaznameyek îmze kirine ku tê de daxwaza sererastkirina pirtûka «Sûcên Partiya Baas a berê» ya ji bo xwendekarên pola çaremîn a amadeyî dikin.Parlamenterên îmzekar dixwazin sûcên li dijî gelê Kurd, bi taybetî Operasyonên Enfal û êrîşa kîmyayî ya li ser Helebceyê, bi awayekî zelal û belgekirî di naveroka pirtûkê de bên qeyd kirin.Li gorî parlamenterê Kurd Brako Şêrko Fatih Şewanî, pirtûkê ku di sala 2025’an de hatiye çapkirin, behsa van bûyerên girîng ên dîrokî nake. Daxwaznameyê girîngiya parastina bîra qurbanîyan, tomarkirina rastiyên dîrokî û bihêzkirina hişmendiya dîrokî ya xwendekaran destnîşan dike.Heta niha, Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê biryareke fermî li ser sererastkirina pirtûkê raneghandiye .67 parlamenterên Iraqê daxwaznameyek îmze kirine ku tê de daxwaza sererastkirina pirtûka «Sûcên Partiya Baas a berê» ya ji bo xwendekarên pola çaremîn a amadeyî dikin.Parlamenterên îmzekar dixwazin sûcên li dijî gelê Kurd, bi taybetî Operasyonên Enfal û êrîşa kîmyayî ya li ser Helebceyê, bi awayekî zelal û belgekirî di naveroka pirtûkê de bên qeyd kirin.Li gorî parlamenterê Kurd Brako Şêrko Fatih Şewanî, pirtûkê ku di sala 2025’an de hatiye çapkirin, behsa van bûyerên girîng ên dîrokî nake. Daxwaznameyê girîngiya parastina bîra qurbanîyan, tomarkirina rastiyên dîrokî û bihêzkirina hişmendiya dîrokî ya xwendekaran destnîşan dike.Heta niha, Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê biryareke fermî li ser sererastkirina pirtûkê raneghandiye .