Home / REWŞA HEWAYÎ / Hewa nearam û îhtîmala baranê li Sûriyê

Hewa nearam û îhtîmala baranê li Sûriyê

Îro, roja Şemiyê, hewa nearam li Sûriyê heye, û germahî kêm bûye. Li gorî pêşbîniya meteorolojîk, li hin deverên bakur û navenda welêt baran tê payîn, dibe ku heta hin deverên başûr jî baran bibare.Pêşbîniya wê nîşan dide ku hewa dê di demjimêrên sibeh û êvarê de, nemaze li deverên çiyayî, sar be, û di şev û serê sibê de li hin deveran mij çêbibe.Li herêma rojhilat û Cezîra Sûriyeyê, tê payîn ku hewa li piraniya deveran nîv ewrî be û zelal bibe, germahiya bilind li Kobaniyê bigihîje dora 26 pileya Celsius û li Hesekê jî 29 pileya Celsius. Dibe ku carinan ba çalak be, li deverên vekirî tozê li herêmê çêbike.Li Şamê, tê payîn ku germahî bigihîje dora 26 pileya Celsius, lê li Helebê dê bigihîje dora 27 pileyan, û li her du bajaran jî ezman bi piranî rojî be.