Home / NÛÇE / Fermandarê QSDê Mezlûm Ebdî di şahiya Sedsaliya Qamişlo de:

Fermandarê QSDê Mezlûm Ebdî di şahiya Sedsaliya Qamişlo de:

Tevî şaşî û kêmasiyên ku bi rêwîtiya QSDê re hebûn, wê herêm û gelê wê di şert û mercên herî dijwar de parast.

Pêvajoya entegrekirina hêzên me yên leşkerî û ewlehiyê di nav dewleta Sûriyê de qediya.

Îro, bi destpêkirina qonaxa entegrekirinê bi hikûmetê re, em radigihînin ku em dikevin qonaxek nû û pêvajoyek nû.

Me şerekî hebûnî û bi hezaran şehîd jiyana xwe ji bo parastina ax û gelê xwe dan.

Em ne bi tenê bûn, birayên me ji sê beşên din ên Kurdistanê hatin ku piştgiriyê bidin me û li kêleka me bisekinin.

Ji bo her kesî piştgirî da me û li kêleka me sekinî, û ji bo her kesî ku şehîdek, hevalek û perçeyek ji dilê xwe pêşkêş kir, em dibêjin: Spas ji bo we û em qet fedekariyên we ji bîr nakin.

Tevî kêmasî û şaşiyan, hûn bi me re man û li kêleka me srkinîn û ev wefadarî tu carî nayê ji bîr kirin.

Îro em destpêkirina operasyoneke nû li herêmên xwe radigihînin, serenava wê berdewamiya têkoşînê ji bo mafên gelê me hatiye veqetandin.

Şerê din dê siyasî be û em ê têkoşîna xwe bi hêzek hîn mezintir bidomînin da ku mafên gelê Kurd di destûrê de bi cih bikin.

Divê em bi hev re bixebitin da ku mafên gelê Kurd û statuya wan a destûrî bibe beşek ji pêşeroja Sûriyê.

Şehîdan xwe ne ji bo qonaxek demkî, lê ji bo pêşerojek çêtir ji bo gelê xwe feda kirin.
Erka me ya îro em tiştê ku bi dest xistiye biparêzin û rêya siyasî bi hêz û yekîtî bidomînin.