Banka Navendî ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ku li ser kanalên xwe yên fermî hatiye weşandin, berdewamiya pêvajoya vekişandina pereyên kevin ên Sûriyê û dayîna nirxa wê bi pereyên nû bi rêya şaxên destûrdar ên Dezgeha Posteyê ya Sûriyê li parêzgehên cuda ragihand. Bankê tekez kir ku welatî ne hewce ne ku ji bo temamkirina pêvajoyê serdana avahiya Banka Navendî ya li Şamê bikin.
Ev gav wekî beşek ji qonaxa veguhêz tê ku piştî bidawîbûna dema derbasdariya pereyên kevin dest pê kir. Bankê piştrast kir ku vekişandina pereyên kevin ên mayî dê pênc salan berdewam bike, li gorî mekanîzmay û rêziknameyên taybetî.
Di demên dawî de, bankê destûr dabû ku pereyên kevin bi rêya bankên giştî û taybet û şaxên posteyê li parêzgehan bêyî ku komîsyon an xercan ferz bike werin guhertin. Paşê, piştî qerebalixî û daxwaza zêde li navendên guhertina pereyan, wê heyama vekişandinê li parêzgehên Reqa, Hesekê û Dêra Zorê heta 20ê Tebaxê dirêj kir.
Hêjayî gotinê ye ku banknotên kevin ji 31ê Tîrmeha 2026an pê ve statuya xwe ya qanûnî ya dravdanê winda kirin, û karanîna wan niha bi mekanîzmaya vekişandin û guhertinê ya ku ji hêla Banka Navendî ya Sûriyê ve hatî destnîşankirin ve tê rêve kirin.









