Home / NÛÇE / Cenazeyê xortekî  li gundewarê Şamê winda bûbû, çend demjimêr piştî qutbûna têkiliya pê re  hat dîtin

Cenazeyê xortekî  li gundewarê Şamê winda bûbû, çend demjimêr piştî qutbûna têkiliya pê re  hat dîtin

Çavkaniyên herêmî li Şamê ragihandin ku cenazeyê Ranî Xelîl Helawa li herêma El-Melîha ya gundewarê Şamê, çend demjimêr piştî qutbûna têkiliya pê re, hat dîtin. Raporên destpêkê nîşan didin ku qurbanî Xiristiyan bû û wekî şofêrê radestkirinê ji bo pargîdaniyekê dixebitî.

Heta niha tu agahîyên fermî derbarê şert û mercên mirinê an sedema mirinê de nehatine weşandin, û rayedarên pêwendîdar lêpirsîna xwe ya li ser bûyerê didomînin da ku hûrguliyan eşkere bikin.