Çavkaniyên herêmî ji Dalil24 re gotin ku hêzên Îsraîlê, bi zêdetirî 30 wesayîtên leşkerî, îro di danê sibê de, wekî beşek ji tevgerên leşkerî yên berdewam li herêma sînor a başûrê Sûriyê, ketine gundê Umm Batna li gundewarê Quneytrayê.
Li gorî çavkaniyan, hêz di nav gund de bi cih bûne û li ser rêya ku Um Batna û bajarokê Cebeyê bi hev ve girêdide, nuqteyek kontrolê ya leşkerî ava kirine, li wir wesayît û peyayan lêgerîn kirine.
Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku hêza Îsraîlê di dema êrîşê de ji bilî lêgerîna di nav baregeheke leşkerî ya terikandî de li nêzî gund, berî ku paşê ber bi baregeha Ednaniyê vekişe, sivîlek jî lêpirsîn kiriye.
Ev tevger bi zêdebûna êrîşên Îsraîlê li gundewarên Quneytra û Derayê re di demên dawî de hevdem in, êrîşên bi heman rengî li deverên Ma’ariya, El-Erda û Hewza Yermûkê qewimîne, digel avakirina nuqteyên kontrolê yên demkî û firîna dronan li herêmê.
Di rojên dawî de, hêzên Îsraîlê li bajarokên gundewarê Quneêtrayê, di nav de Kodne û Seyde el-Henût, ligel avêtina fîşekan û tevgera nêzîkî şerîta sînor, serdegirtin û lêgerîn pêk anîne.









