Home / NÛÇE / Teqîn û êrîşeke çekdarî li gundewarên bakur û rojhilatê Helebê

Teqîn û êrîşeke çekdarî li gundewarên bakur û rojhilatê Helebê

Îşev du bûyerên ewlehiyê yên cuda gundewarên bakur û rojhilatê Helebê dihejînin. Ya yekem teqînek di nav baregeheke Firqeya 76an de li bajarê Bza’a bû, ya duyem jî êrîşeke çekdaran a nenas bû ku du endamên Wezareta Parastinê li ser rêya Ezaz-Mare’ hedef girtin.

Medya herêmî ragihand ku kesekî nenas li ser motorsîkletê ku tijî teqemenî bû, karîbû bigihîje yek ji baregehên Firqeya 76an li bajarê Bza’a li gundewarê rojhilatê Helebê berî ku xwe di nav baregehê de biteqîne. Di encama teqînê de ew mir, lê ti qurbaniyên din nehatine ragihandin. Ziyana wê bi tenê bi windahiyên madî ve sînordar bû.

Dezgehên medyayê texmîn kirin ku êrîşkar endamê DAIŞê bû, lê hîna ti çavkaniyek fermî nasnameya êrîşkar an koma berpirsiyar a operasyonê piştrast nekiriye. Di bûyerek cuda de, çekdaran nenas bi çekên makîneyî du endamên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li ser rêya Ezaz-Mare’ li gundewarê bakurê Helebê hedef girtin.

Çalakvanan li ser medyaya civakî vîdyoyek belav kirin ku  îdia dikin kêliya êrîşê belge dike,  nîşan dide ku her du personel ji hêla êrîşkarên nenas ve rasterast têne gulebaran kirin. Rastbûna vîdyoyê û roja ku ew hatiye kişandin bi awayekî serbixwe nayê piştrast kirin.

Ev bûyer di demekê de ne ku êrîş û hedefgirtina navendên leşkerî û karmendên ewlehiyê li deverên cûda yên bakurê Sûriyeyê berdewam dikin.