Home / NÛÇE / Greva Karmendên Saziya Avê li Reqa Santralên Pompkirinê yên Mezin Rawestand û Xizmetên Girîng Gef Dixwe

Greva Karmendên Saziya Avê li Reqa Santralên Pompkirinê yên Mezin Rawestand û Xizmetên Girîng Gef Dixwe

Li gorî peyamnêrê me yê li bajêr, îro li bajarê Reqa greveke bêdem ji aliyê karmendên şîrketa avê ve hat lidarxistin,  li dijî derengketina wergirtina mûçeyên xwe û nebûna ewlehiya kar nerazîbûn nîşan dan.

Grev bûye sedema girtina her du santralên pompkirinê yên sereke, “El-Esediya 1” û “Kadiran”, ku di nav çavkaniyên herî girîng ên avên bajêr de ne,  gefê li krîza di xizmetên bingehîn ên ji bo niştecihan de dixwe.

Karmendan bang li rayedarên têkildar ên di hikûmeta demkî de kirin ku li ser çareserkirina rewşa wan a kar û dayîna mûçeyên wan ên derengmayî bixebitin, û hişyarî dan ku ger daxwazên wan neyên bicîhanîn, grev dê berdewam bike.