Home / NÛÇE / Li Humsê xortek bi guleyên sîqustê hate kuştin

Li Humsê xortek bi guleyên sîqustê hate kuştin

Duh, Mihemed El-Eşqer, xortekî ji mezheba Elewî, piştî ku ji aliyê siqustvanekî nenas ve li serê wî hate gulebarankirin, li taxa El-Sabil a Humsê hate kuştin.

Li gorî medyaya herêmî, xort li nêzîkî goristana El-Kutêb hate hedefgirtin, birînên wî giran bûn û paşê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku qurbanî biraziyê muxtarê  taxa El-Sabil bû. Nasnameya sûcdaran hîn jî nayê zanîn.