Home / NÛÇE / li Dîwara Dibistana Seretayî li Jideydêt Artouz nivîsên gurkirî hat dîtin

li Dîwara Dibistana Seretayî li Jideydêt Artouz nivîsên gurkirî hat dîtin

Şam – Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, kesên nenas li ser dîwarên dibistanek seretayî li bajarokê JideydêtArtouz li gundewarê Şamê sloganên gurkirî nivîsandin.

Çavdêriyê destnîşan kir ku karmendên perwerehiyê û xwendekar ji dîtina nivîsan, ku tê de heqaret û sloganên tekfîrî yên ku baweriya Xiristiyan hedef digirin hebûn, matmayî man.

Niştecihên herêmê hedefgirtina dibistanek ku ji bo zarokan hatiye taybetkirin bi sloganên wiha wekî êrîşek li ser pîroziya saziyên perwerdehiyê û nîşanek bandorên neyînî li ser aştiya sivîl û aramiya civakî hesibandin.

Niştecihan bang li rayedarên têkildar kirin ku berpirsiyarên bûyerê bişopînin û tedbîrên biryardar bigirin, da ku pêşî li dubarebûna kiryarên wiha bigirin, ku zirarê didin jîngeha perwerdehiyê û bandorek neyînî li ser xwendekaran dikin.