Çar dronên ku hewl dan baregeha Qesrekê ya li gundewarê bakurê Hesekê hedef bigirin, lê berevaniya hewayî ya hêzên hevpeymaniya navneteweyî yên li baregehê bi serkeftî ew xistin xwarê.
Li gorî raporan, dron li zeviyên çandiniyê yên derdorê ketin xwarê, ti qurbanî an zirarên madî çênebûn.
Her wiha hêzên hevpeymaniya navneteweyî duh, roja Sêşemê, du dronên li nêzî heman baregehê xistin xwarê.






