Şer û pevçûn li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê berdewam dikin û rageşî zêde dibe

Piştî êrîşên duh ên çeteyên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, li gelek deverên gundewarên Tebqa, Reqa û Dêra Zorê, pevçûnên tund berdewam dikin. Ev zêdebûna çalakiyên leşkerî bi karanîna çekên giran ên cûrbecûr pêk tê.
Li gorî çavkaniyên meydanî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ji bo kêmkirina rageşiya li Sûriyê û nîşandana pabendbûna xwe ya bi çareseriyê re, duh, Şemiyê, 17ê Çileya 2026an, biryar dabû ku ji deverên Dêr Hafir û Meskenê vekişin. Lê belê, ev hêz dema ku amadekariya temamkirina vekişînê dikirin û berî ku bi tevahî ji çeperên xwe derkevin, rastî êrîşê hatin.
Agahî nîşan didin ku êrîş, li Dêr Hafir û Meskenê dest pê kirin, paşê ber bi gundewarên Tebqa, Mensûra û Reqa û her wiha deverên li Dêra Zorê ve belav bûn. QSD û Hêzên Ewlekariya Navxweyî van êrîşan paşve xistin, ev yek bû sedema pevçûnên dijwar.
Çavkaniyan piştrast kirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li gel Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, êrîşên bi çekên navîn, top û cûrbecûr çekên giran hatibûn kirin, têk birin, ziyan û zirar li komên êrîşkar kirin. Şer heta saetên serê sibê dijwartir bûn û hîn jî li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê, gundewarên başûrê Reqa, her wiha bajarê Mensûra û gundewarên Tebqa berdewam dikin.
Di heman demê de, li bajarê Tebqayê şerên dijwar di navbera QSD û çeteyên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, her wiha komên alîgirl dewleta dagirker a Tirkiyê de rû didin, roja Şemiyê derbasî bajêr bûne.
Nûçegihanên ajansê ragihandin ku di nav taxên bajêr de pevçûnên tund hene, di heman demê de şer li gelek deverên gundewarên Tebqa, Reqa û Dêra Zorê berdewam dikin.
Di heman çarçoveya gurbûnê de, deverên niştecihbûnê yên nêzîkî Bendava Tişrînê rastî topbaranê hatin. Topbarana ji hêla çeteyên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê û komên alîgirê dewleta dagirker a Tirkiyê ve hatiye kirin, di derbarê zirar an qurbaniyan de ti agahî tune ne.
Ev gurbûna şer û pevçûnan di demekê de tê ku alozî li bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dibe, tirs heye ku di demên pêş de pevçûn berfireh bibin.



