QSD: Zêdetirî 20 top û dron bajarê Dêr Hafirê armanc digire

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku bajarê Dêr Hafir ê gundewarê Tebqa rastî topbaranên giran û bi dronên xwekuj hat armanc girtin, ew komên girêdayî Şamê hewildide zextê li ser niştecihan bike da ku ji herêmê derkevin.
Navenda mediyaya QSDê di daxuyaniyekê de îro hat weşandin diyar kir, ku komên hatine ziman gurkirina leşkerî bi riya topberana tewşoyî herêmên niştecihan armanc digire berdewam dike, nîşan da ku bajar di seatên borî de rastî zêdetirî 20 top tevî êrîşên bi dronên xwekuj hat.
Her wiha daxyanî zêde kir ku ev êrîş gefên yekser dide jiyana sivîlan, pişterast kir ku taxên niştecihan bi mebest tên armanc girtin, di demekê de Hêzên Sûriya Demokratîk geşedanên meydanî ji nêz ve dişopîne û ji bo gerantîkirina ewlehiya bajêr û niştecihan tedbîrên pêwîst distîne.



