Tevger û amadebûna çeteyan li gundê Hebûba ji eniya şer a gundê EL-Xefse

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên hikumeta veguhêz xalên xwe yên nêzî çema Firatê xurt kirin, xurtbûn hejmarek mezin ji çeteyan dihewîne.
Her wiha kombûnek çeteyan li gundê Hemîma mezin yê rojhilatî bajarê Reqa hat tomarkirin.
Çavkaniyên herêmî nîşan dan ku hêzên dagirkeiya Tirk û çeteyên girêdayî wê ji bajarê Helebê berê xwe dan Dêr Hafirê, di çarçoveya amadebûna şerekî gengaz li dijî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê.
li gorî agahiyên hatine, kombûn û bicihkirina çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk ji aliyê Xefse û gundê Ebû Heniyê a girêdayî bajarê Minbicê pêk hat.
Her wiha çavkaniyan nîşan dan ku ev hêz li benda rênîşanan e, ji bo şerekî li dijî Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) pêk bînin, weke ku xuya kirine jî çeteyên Esayêb el- Hemra wê tevlî şerê Dêr Hafirê bibin, di heman demê de wan çeteyên hikumeta veguhêz di navbera sînorên bi Hêzên Sûriya Demokratîk re xurt kirine.
Li gorî çavkaniyên taybet ku nûçegihanê ajansa me ragihandî, çeteyên hikumeta Sûriyê xalên xwe li van deveran xurt kirine:
Rojavayî Dêr Hafirê, li gundê Hemîma mezin
Gundê Xefse çekên sivik,navîn û giran hatin bicihkirin
Gundê Xidir Elewî, çekên sivik û navîn hatin bicihkirin
Gundê El-Bû Xezal çekên sivik û navîn hatin bicihkirin
Gundê Mihemed Dîb çekên sivik û navîn hatin bicihkirin
Balafirgeha Kiwêrês erebeyên zirixî û çekên sivik,navîn û giran her wiha tang û BMB bicihkirin.
Li gorî nûçegihanên ajansa me çeteyên Esayêb el-Hemra yên girêdayî tîma 103 nêzî 5000 endam bi çekên giran li dibistana amadeyî ya Resim Hermil el-îmam bakurî Kenela avê ya li bakuîr Dêr Hafirê bicihkirin.
li bajarê Serê Kaniyê çavkaniyan ragihandin ku nêzî 1000 çete yên ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve tên piştgirî kirin kombûne û amadebûna xwe ji bo derbasbûna xeta veqatînê ber aliyê herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne bibin, kirin
Li gorî çavkaniyên herêmî kombûnek ji çeteyên biyanî li navçeya Xefse ya gundewarê Dêr Hafirê pêk hat, her wiha ji welatên Ozbekî,Afganî,Turmanî û Şîşaniyê ne, girêdayî DAIŞê û Huras el-Dîn in û niha li eniya Dêr Hafir ji bo xurtkirina xalên xwe û beşdarî operasyonên leşkerî bibin bicihbûne.



