46 Birîndar ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bo nexweşxaneyên Reqa hatin veguhestin

Îro sibê, 46 birîndarên niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê, piştî di saetên serê sibê de ji wan taxan hatin veguhestin, gihîştin nexweşxaneyên li parêzgeha Reqa. Tîmên bijîşkî yekser dest bi pêşkêşkirina lênêrîn û dermankirina pêwîst ji wan re kirin.
Birîndar di nav amadekariyên bijîşkî de ji bo pîşwazîkirina birîndaran bo nexweşxaneya leşkerî ya Şehîd Kendal û Nexweşxaneya Reqa hatin veguhastin.
Di heman demê de, bajarê Hesekê berê 35 birîndarên niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêşwazî kiribû, tê payîn ku di demjimêrên pêş de girûpeke din ên birîndaran bigihîjin wir.
Ev yek piştî êrîşên ji aliyê çeteyên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ya ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bi piranî Kurd in li Helebê hatine destpêkirin, tê, ji Ji 6ê Çile ve, çekên giran ên cûrbecûr ji bo topbarankirina deverên niştecihbûnê hatin bikar anîn.
Balafirên bêmirov ên dewleta dagirker a Tirkiyê jî gelek êrîş li ser wan taxan pêk anîn, di encamê de bi dehan şehîd û bi sedan sivîl birîndar bûn.



