Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina taxa Şêx Meqsûdê çalakî li dijî çeteyên Hikûmeta Veguhêz pêk tînin

Hejmarek ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di çarçoveya hewldanên bersivdayîna êrîşên li ser niştecihên taxa Şêx Meqsûdê û gefxwarina komkujiyan li dijî sivîlan de, li dijî çeteyên Hikûmeta Veguhêz çalakiyên armanckirî pêk anîn.

Li gorî agahiyên berdest, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz, di nav topbarana berdewam û hedefgirtina rasterast a deverên niştecihbûnê de, êrîşên dijwar li ser taxê dikin da ku rastiyek leşkerî ya nû ferz bikin.

Di vê çarçoveyê de, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi wêrekî li hember van êrîşan sekinîn û operasyonên armanckirî yên bi armanca parastina sivîlan û pêşîgirtina li komkujiyan pêk anîn, di warê can û alavan de ziyanên mezin dan êrîşkaran.

Çavkaniyan piştrast kirin ku berxwedan berdewam dike, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nav aloziya leşkerî ya berdewam de erkê xwe yê parastina niştecihên taxa Şêx Meqsûd û misogerkirina parastina wan didomînin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button