Tevî agirbestê, li Siwêda du kes ji ber gulebarana segvana birîndar bûn.

Di bûyerên gulebaranên li parêzgeha Siwêda de, di 24 demjimêrên borî de du kes birîndar bûn, çavkaniyên herêmî wekî binpêkirina agirbesta berdewam bi nav kirin.
Çavkaniyan ragihandin ku Xesan Ebû Fexr roja Şemiyê êvarê dema ku li nêzî girtîgeha sivîlan a bajarê Siwêda bû, li ranê wî hate gulebarankirin. Piştre ew ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyekê.
Di bûyerek cuda de, Basêl Îsmaîl Erêc roja Înê êvarê dema ku li nêzî gundê El-Mezra bû, ji aliyê segvanekî ve hate gulebarankirin. Li gorî heman çavkaniyan, gulebaran bû sedema qutkirina destê wî ji ber giraniya birînê.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku gulebaran bi çalakiya giran a dronan û êrîşên cuda ên deverên sivîlan li gundewarê rojavayê Siwêda hedef digirin re hemdem bû.
Ji aliyê xwe ve, hêzek ku xwe wekî “Parêzvanên Niştimanî ” li Siwêda dide nasîn got ku ev pêşketin “li dijî peymanên navneteweyî ne, ku hedefgirtina sivîlan qedexe dikin, nemaze di demên agirbestê de ji hêla aliyên navneteweyî ve têne piştgirî kirin.”



