Ji bo temamkirina peymana Gazê amadekariyên sardana Netanyahu bo Misirê

Rojnameya “Times of Israel” ragihand ku amadekariyên serdana Qahîre têne kirin da ku peymaneke bi milyaran dolarî ji bo dabînkirina gaza xwezayî bo Misrê were îmzekirin.
Rojnameyê ji çavkaniyeke dîplomatîk a payebilind a Amerîkî vegot ku tîmên Îsraîlî bi rojan e dixebitin da ku serdanê bi hevkariya rayedarên rêveberiya Amerîkî hevrêz bikin. Li gorî çavkaniyê, Netanyahu berî hilbijartinên pêşerojê yên Îsraîlê li dû serkeftineke siyasî û medya ye.
Rojnameyê ragihand ku dibe ku Netanyahu bi Serokê Misrê Abdel Fatah el-Sîsî re bicive da ku peymanê dawî bike, di heman demê de nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku “ti agahî” ji serdaneke wisa tune ye.
Ev rapor bi raporên hewldanên Amerîka re ji bo organîzekirina lûtkeyeke sêalî ku Serokê Amerîka Donald Trump, Sîsî û Netanyahu li Florîda di Kanûna Pêşîn de bîne cem hev re hemdem in. Balyozê Îsraîlê li Washingtonê, Yehiel Leiter, danûstandinên têkildarî vê lûtkeyê hevrêz dike.
Têkiliyên Misir-Îsraîlê ji destpêka şerê Xeza di Cotmeha 2023an de aloz bûne, ku bûye sedema kêmbûna têkiliyên fermî di navbera her du aliyan de, ji bilî hevrêziya ewlehiyê ya têkildarî mijara dîlan.
Nakokî di derbarê rêveberiya deriyê Refahê, redkirina Misrê ya qebûlkirina penaberên ji Xeza, nîqaşên li ser beşdarbûna Misrê di hêza aramiya navneteweyî ya pêşniyarkirî de jî berdewam dikin.
Li gorî rojnameyê, peymana niha li ser tê xebitandin yek ji mezintirîn projeyên hevkariya aborî di navbera her du welatan de ye, dibe ku nirxa wê bigihîje 35 mîlyar dolarî. Lê belê, ew di nav hikûmeta Îsraîlê de bi nakokiyan re rû bi rû ye. Wezîrê Enerjiyê Eli Kohên hişyarî da, ku zêdebûna hinardekirina gazê dikare bandorê li rezerv û ewlehiya enerjiyê ya Îsraîlê bike, tekez kir ku ew ê peymanê pesend neke heya ku pirsgirêkên mayî yên bi aliyê Misrê re çareser nebin.



