Jinek li Humsê ji ber armancgirtineke çekdarî ji yana xw ji dest da.

Komeke çekdar nenas li taxa Kerm el-Zeytûn a Humsê gule li jinekê reşand û ew di cih de mir. Ev bûyer tenê 24 demjimêran piştî êrîşên komên çekdar ên li dijî taxên sivîl ên Humsê pêk tê, dema wan binpêkirin li dijî niştecihan pêk anîn.
Hûrguliyên bûyerê:
Çavkaniyên herêmî li Humsê ragihandin ku jinek bi navê “Dayîka Fehd”, ji mezheba Elewî ye, piştî ku ji aliyê çekdaran ve hate gulebarankirin dema ku li ser balkona mala xwe li taxa Kerm el-Zeytûn a Humsê rawestiyabû, hate kuştin.
Tawan li Kolana 19 a heman taxê qewimî, çekdaran ji nişkê ve gule li jinê reşandin, ew bi giranî birîndar kirin û bûn sedema mirina wê ya yekser. Bûyerê ji ber êrîşên berdewam li dijî niştecihên bajêr nerazîbûna raya giştî li taxê derxist holê.
Rêjeya sûc zêde dibe:
Rêjeya sûc û kuştinên mezhebî li deverên ji hêla hikûmeta veguhêz a Sûriyê ve têne kontrol kirin, bi taybetî li bajarê Humsê û gundewarên derdora wê, zêde dibe. Ev yek di demekê de tê ku nebûna hesabpirsîn û berpirsiyariya yasayî, kêmbûna rola dezgehên dadwerî û ewlehiyê, paşguhkirina xetereyên gotarên mezhebî ji aliyê rayedarên peywendîdar ve û negirtina tedbîran ji bo astengkirina wê.



