Rêxistina Tenduristiya Cîhanê: Kêmasiya 1 Milyar Dolar di Budceya 2026-2027an de

Rêxistina Tenduristiya Cîhan ragihand ku ew piştî kêmkirina girîng a fînansmanê, bi taybetî piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka îsal beşdariyên xwe rawestand, di budceya xwe ya 2026-2027an de bi kêmasiya 1 mîlyar dolarî re rû bi rû ye.
Rêveberê Giştî yê Rêxistinê “Tedros Adhanom Ghebreyesus” roja Çarşemê ji dewletên endam re got ku sala 2025 “yek ji salên herî dijwar” di dîroka rêxistinê de bû, rave kir ku ew neçar ma ku pêvajoyek ji nû ve avakirin û pêşanîtiyê ya mezin bicih bîne, di encamê de “kêmkirinek girîng” di hêza kar a wê de çêbû.
“Tedros” rave kir ku rêxistin nêzîkî 75% ji budceya xwe ya pêşerojê misoger kiriye, lê ew hîn jî di warê şiyana xwe ya seferberkirina fonan de li gorî salên berê di rewşek “pir xirabtir” de ye. Dewletên endam di Gulanê de li hev kirin ku beşdariyên mecbûrî bi 20% zêde bikin, lê rêxistin hîn jî bi giranî xwe dispêre fînansmana dilxwazî.
Wî destnîşan kir ku kêmbûna alîkariya navneteweyî bi hezaran saziyên tenduristiyê li çaraliyê cîhanê neçar kiriye, xizmetên xwe kêm bikin an rawestînin, ev yek jî bûye sedem ku Rêxistina Cîhanî çavkaniyên xwe ber bi pêdiviyên herî lezgîn ve biguhezîne.
Di derbarê tedbîrên kêmkirina lêçûnan de, Tedros got ku tedbîrên hişk hejmara kêmkirina kar ji 2,900-ên ku dihatin texmînkirin kêm kir 1,282, di heman demê de 1,089 endamên karmendan ji ber teqawidbûnê(Teqe’d), bidawîbûna peymanê, an teqawidbûna zû ji kar derketin.
Piştî vegera xwe ya Qesra Spî di Çileya 2025-an de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump biryar da ku fînansmana welatê xwe ji bo Rêxistina Tenduristiya Cîhanî rawestîne, tevî ku Dewletên Yekbûyî beşdarê wê yê herî mezin e. Ev biryar bû sedema kêmkirina budceya giştî ya rêxistinê ji 5.3 milyar dolarî bo 4.2 mîlyar dolarî.



