Teqîn li Taxa Mezeh a Şamê, Kuştî û Birîndar Hene

Çavkaniyên herêmî roja Înê êvarê ragihandin ku li taxa Mezeh 86 li navenda Şamê teqîn çêbûne, di encamê de sivîl jî birîndar bûne. Çavkaniyan destnîşan kirin ku piştî teqînan dengê erebeyên ambulansê pir caran li herêmê dihat bihîstin.
Li gorî çavkaniyan, gewdeyek teqemenî nenas li taxê ket, jinek di sih saliya xwe de hat kuştin û çend kesên din birîndar kirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê, SANA, teqînek li taxa Mezeh ragihand û diyar kir ku rayedar lêkolîn li ser cewhera wê dikin. Rojnameya herêmî “El-Watan” jî ragihand ku mûşekek li kolaneke taxê ket, bû sedema hişyariya ewlehiyê û bicihkirina dewriyan li deverên derdorê.



