Fermandariya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan li Sûriyê zêdetirî 22 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne, di encamê de pênc endamên DAIŞê mirine û 19 kesên din jî hatine girtin.
Di daxuyaniyekê de, CENTCOM rave kir ku operasyon di navbera 1ê Cotmehê û 6ê Mijdarê de pêk hatine û li deverên cuda yên welêt çeper û komên DAIŞê armanc girtine.
Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku ev operasyon beşek ji hewldanên berdewam ên hevpeymaniya navneteweyî ne ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞê li Sûriye û Iraqê.
Sûriyê vê dawiyê daxuyaniyek hevkariya siyasî bi hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê re îmze kir, armanca wê hevrêziya berfirehtir a hewldanên ewlehî û leşkerî ye.
Ev yek di dema serdana serokê hikûmeta veguhêz ya Sûriyê, Ehmed el-Şer’i, bo Washingtonê de qewimî, ew li wir bi Serokê Amerîka Donald Trump re civiya. Her du aliyan li ser rêbazên zêdekirina hevkariyê di şerê li dijî terorê de nîqaş kirin.






