Di pevçûneke çekdarî de li gundewarê şamê endamekî ewlehiyê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Roja Sêşemê, di pevçûneke çekdarî de li bajarokê Husêniyê  li gundewarê Şamê, endamekî Hêzên Ewlekariya Giştî ya Sûriyê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên meydanî ji Ajansa North Press re gotin ku pevçûn dema ku dewriyeke ewlehiyê hewl da ku nakokiyeke çekdarî di navbera du malbatan de li bajêr çareser bike, derket. Rewş veguherî pevçûneke giran a çekan û avêtina bombeyeke destan li Kolana Xezan, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Çavkaniyan zêde kirin ku endamê mirî Cîhad Îsa el-Osmanî bû, her wiha sê birîndar ji bo dermankirinê ji Nexweşxaneya el-Mewasat a Şamê re hatin veguhastin.

Çavkaniyê diyar kir ku li dora bajêr dorpêçeke ewlehiyê hatiye danîn û ji bo lêgerîna sûcdarên êrîşê operasyon hatine kirin, û got ku êrîşkar ji komên herêmî yên ku di bazirganiya madeyên hişber û çekan de ne.

Bajarên el-Husêniyê û Seyîda Zeyneb di mehên dawî de rastî rêze bûyerên bi vî rengî hatine, di nav gazindên nişteciyan de li ser nebûna kontrola ewlehiyê, belavbûna çekên bê rêzikname û operasyonên qaçaxçîtiyê.

Mijarên Girêdayi

Back to top button