Serokê Hukumeta Veguhêz yê Sûriyê Ehmed El Şer’i Serdana Fermî Dike Washingtonê

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA), serokê hikûmeta veguhêz ya Sûriyê Ehmed El Şer’i ji bo serdaneke fermî gihîşt Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, ev serdan yekem serdan e ji dema avakirina hikûmeta vrguhêz li Şamê ve.

Di dema serdanê de, tê plankirin ku El Şer’i bi Serokê Amerîka Donald Trump û hejmarek berpirsên payebilind ên rêveberiya Amerîkayê re bicive da ku têkiliyên dualî û mijarên herêmî yên bi berjewendiya hevbeş nîqaş bikin.

Serdan çend roj piştî ku Washingtonê El Şer’i û Wezîrê Karên Hundir, Enas Xetab, ji lîsteyên cezayênAmerîkî û navneteweyî derxist, pêk tê, ev gav wekî rê li ber vekirina kanalên siyasî di navbera her du welatan de tê dîtin.

Analîstan gotin ku hevdîtin dê li ser şerê li dijî DAIŞê, pêşeroja kampên girtinê li bakurê rojhilatê Sûriyê, mijarên têkildarî vekişîna şervanên biyanî, misogerkirina mafên kêmneteweyan, û gengaziya ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê li herêmê bisekinin.

Berê, Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Sûriyê Tom Barrack gavên ku ji hêla hikûmeta veguhêz ya Sûriyê ve hatine avêtin pesinand, û performansa wê wekî “çûna ber bi aramiyê û avakirina saziyan ve di rêça rast de” bi nav kir. Serdana El-Şer’i bo Washingtonê bûyerek siyasî ya girîng e, ev serdana yekem a serokkomarekî Sûriyê ye di zêdetirî du dehsalan de, û – li gorî çavdêran – nîşanên vebûnek dîplomatîk a gav bi gav di navbera Şam û Washingtonê de piştî salên dûrketinê nîşan dide.

Mijarên Girêdayi

Back to top button