Qesra Spî: Trump Duşema bê dê bi El Şer’i re bicive

Qesra Spî roja Sêşemê ragihand ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump dê roja Duşema bê li Washingtonê bi serokê hikûmeta veguhêz ya Sûriyê, Ehmed El Şer’i re bicive.

Daxuyanî rave kir ku ev civîn beşek ji serdana fermî ya serokê hikûmeta Veguhêz ya Amerîka ye, yekem serdana wî ya Washingtonê ye û duyemîn serdana wî ye ji dema beşdarbûna civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya di meha Îlonê ya borî de.

Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriyê, Tom Barrack, berê diyar kiribû ku El Şer’i dê di Mijdara îsal de serdana Washingtonê bike da ku peymanek îmze bike da ku Sûriyê tevlî hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibe.

Hêjayî gotinê ye ku her du rêber cara yekem di meha Gulanê ya borî de li Riyadê di dema lûtkeyeke herêmî de civiyan, Trump soz da ku ger di hevkariya ewlehiyê û hewldanên dijî terorîzmê de pêşketin çêbibe, ew ê cezayên li ser Sûriyê hatine ferzkirin rake.

Mijarên Girêdayi

Back to top button