Metranê Cezîrê Pesnê Hevkariya Rêveberiya Xweser Dide û Banga danpêdana Neteriyalên wê Dike

Metranê Suryaniyên Ortodoks ê Cezîr û Firatê, Maurice A’msih, biryara vekirina dibistanên taybet li gorî meteriyala Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz ji bo hemî xwendekarên dilxwaz li herêmên bakurê Sûriyê pesinand. Wî ev yek wekî gaveke erênî ber bi xurtkirina jiyana hevbeş di navbera civakên cihêreng ên herêmê de bi nav kir û spasiya xwe ji Rêveberiya Xweser re ji bo hewildanên wê yên ji bo pêkanîna hêviyên hemî civakan anî ziman.
Di daxuyaniyek dengî ya taybet de ji ajansa me re, ji metraniya Cezîr û Firatê , Metran spasiya xwe ji bo hewildanên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk yên li hember civaka Suryaniyan anî ziman û got:
“Bi navê min û serokên mezhebên Xiristiyan ên li Cezîrê, em spasiya xwe ji Rêveberiya Xweser û hemî kesên ku beşdarî vekirina deriyên dibistanan ji bo zarokên me yên ji hemî civakan bûne, ku li gorî meteriyala Wezareta Perwerdehiya Şamê perwerdeyê xwe dibînin, dikin.”
Metran girîngiya hevkariya heyî di navbera saziyên perwerdehiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Perwerdehiyê ya li Hesekê de jî destnîşan kir, û pesnê wan kesan da ku wî wekî “leşkerên nenas” bi nav kirin ku ji bo misogerkirina berdewamiya pêvajoya perwerdehiyê dixebitin.
Wî zêde kir ku “ruhê evîniyê ku civakên Xiristiyan bi birayên xwe yên di Rêveberiya Xweser de yek dike, modelek jiyana hevbeş li bakurê Sûriyê temsîl dike”, bang kir ku aştî û aramî li seranserê welêt serdest bibe.
Metran Maurice A’msih jî hêviya xwe ku bernameya Rêveberiya Xweser dê di demek nêzîk de bi fermî were danpêdan, anî ziman, piştî peymanek hevbeş bi Şamê re.
Wî tekez kir ku vejandina peymana 10ê Adara 2025an dê destpêka qonaxek nû ya hevkarî û aştiyê di navbera hemî Sûriyan de nîşan bide.
Metran gotinên xwe bi lavayên bereketê “ji bo hemî kesên ji bo aramî û yekîtiya Sûriyê dixebitin, çi li Şamê bin an jî di nav saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyê Demokratîk de bin”, bi dawî kir û piştrast kir ku “ew hemî hevkar in di xizmetkirina gelê herêmê û pêşeroja wê de.”



