Iraq: Ji Ber Vîdyoyên Şer’i Cezayê Darvekirinê Li Kesekî Sûrî Hat Birîn

Nûçeya girtina ciwanekî Sûrî li Iraqê û cezayê darvekirinê li wî di demjimêrên dawî de di nav Sûryian de bûye sedema nîqaşeke berfireh. Ev yek piştî belavkirina belgeyeke ku tê îdiakirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Necefê ve hatiye weşandin, ku darvekirina ciwan Mecd Silêman Ehmed Hesen bi tewanbariya terorê destnîşan dike, hat. Wêne û vîdyoyên serokê hikûmeta veguhêz a Sûrî, Ehmed El Şer’i, û Artêşa Azad a Sûrî di telefona wî de hatin dîtin.
Her çend rastbûna belgeya belavbûyî nehatiye piştrastkirin jî, malbata ciwan piştrast kir ku ew di Adara 2025an de bi birayê xwe re hatiye girtin, ku paşê hatiye berdan. Li gorî raporên medya Sûrî, Mecd heta ku cezayê wî hat dayîn di bin çavdêriyê de ma.
Ji aliyê xwe ve, Rêvebirê Beşa Karûbarên Erebî ya Wezareta Karûbarên Derve ya Hikûmeta Veguhêz a Sûrî, Mihemed El Ehmed, rave kir ku wezaret bi rayedarên Iraqê re dozê dişopîne. Wî roja Sêşemê di postekê de li ser platforma X destnîşan kir ku bi rêya kanalên fermî têkilî têne danîn da ku rastbûna belgeyê were piştrast kirin û doz bi rêkûpêk were şopandin.
Heta dema weşanê, rayedarên Iraqî di derbarê dozê an belgeya ku ji dadgeha Necefê re tê vegotin de tu daxuyaniyek fermî nedaye.



